Artêşa Îsraîlê Keleha Şiqêfê bi dest xist

Artêşa Îsraîlê ragihand ku Keleha Şiqêfê (Beaufort) bi dest xistiye ku li Başûrê Lubnanê xwedî girîngiyeke stratejîk e.

Hatibû ragihandin ku li derdora keleha li ser girekî li Çemê Litani, rojên dawî di navbera hêzên Îsraîlê û Hîzbûllahê de şer qewimî.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate gotin, li pala Şiqêfê û herêma Vadi es-Slukê rojên dawî operasyoneke berfireh hate lidarxistin.

Hate îdîakirin ku armanca operasyonê tinekirina binesaziya Hîzbûllahê, bêbandorkirina şervanan û pêkanîna ewlehiya wargehên Celile û Metula yên li bakurê Îsraîlê ye.

Di dîmenan de ku ji aliyê artêşê ve hate weşandin, hate dîtin ku leşkerên Îsraîlê li hundirê kelehê ne û ala Îsraîlê bi ser kelehê ve kirine. Hate gotin, tûgayên Golani û Givati jî di nav de gelek yekîne tevlî operasyonê bûn.

Artêşa Îsraîlê her wiha diyar kir ku operasyonên li Başûrê Lubnanê ji bo "berfirehkirina xeta parastinê ya li pêş" hatiye meşandin.

NÊZÎ 3 HEZAR Û 400 KESÎ JIYANA XWE JI DEST DAN

Serokwezîrê Lubnanê Nevaf Selam jî Îsraîl sûcdar kir ku li hemberî welatê wî "polîtîkaya şewitandin û hilweşandinê" dimeşîne. Li gorî meqamên Lubnanê ji destpêka şer û vir ve di êrişên Îsraîlê de 3 hezar û 371 kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî milyonek mirov jî ji cih û warê xwe bûn.